Abdullah Ocalan: Divê siyaseta demokratîk were sazkirin

Rêberê Damezirîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê” re peyamek şand. Abdullah Ocalan got:" Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq ji nû ve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Lêkolînê ya Aştiyê li bajarê Bonn ê Elmanyayê konferansa navneteweyî bi dirûşmeya "Bi hev re şêwedayîna jiyanê Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfa Siberojê"hat li darxist.

Abdullah Ocalam peyamek ji konferansê re şand û got:"

"Her kesê ku bawer dike pêvajoyeke avakirina civakî û aştiyê ya ku timî ked û biryardariyê dixwaze heye, di vê civînê de kom bûne. Ez we hemûyan silav dikim."

 Aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li herêmê hêvî ye û bi nirx e."

Rêberê PKK`ê diyar kir ku ev gav tevkariyeke girîng e ku fêmkirina navbera gelan xurt dike zemînê civakî ya jiyana bi hev re ya bi rûmet û aştiyê çêdike û wiha lê zêde kir:" 

“Xebatên wiha divê zemînên bi tendurist ava bike ku nasname, êş û xeyalên pêşerojên cuda di asoyeke aştiyê ya hevpar de lê bicivin.

Aştî di heman demê de rewşa lihevkirineke civakî ye ku edalet, wekhevî, azadî û hurmet dayîna hevdû lê sazî dibe.

Qonaxa dîrokî ya em tê de, wê bandorê li çarenûsa Tirkiye, Rojhilata Navîn û civaka Kurd bike.”

Damezrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan got ku Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e û wiha domand:"

Ez hêvî dikim ku ev konferans bibe gaveke ku ji bo zêdebûna derfetên aştiyê, kûrbûna rêyên çareseriyê û pêşeroja hevpar a gelan rêyên nû vebike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye