Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Nûpelda Herekol, diyar kir ku mîhrîcan kelecan û coşeke mezin di nava gel de ava kir.
Li Qamişlo Mîhrîcana Fîlman a Naventeweyî ya Rojava bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad” ji 13 - 20`ê Mijdarê hat lidarxistin.
Mîhrîcan ji aliyê Komîna Rojava ya Fîlm a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ve hat amadekirin.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemet Şêxo û Navenda TEV-ÇAND’ê her roj 12 fîlm û belgefîlm dihatin pêşandan.
Ji bilî fîlman, bi giştî 6 semîner û panelên li ser sînema, pirsgirêk û pêşketinên wê hatin dayîn.
Roja dawî ya Mîhrîcanê bi dayîna xelatan hat bi dawî kirin.