Li Serhed û Wanê çanda Kurdî didome

Hunera destan a bi destê jinan derdikeve holê, di nava civakê de hê jî didome. Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, gelek jin bi çêkirina qelemçe, etemîn, destmal, gore, mêzer û hwd, çanda destkariyê diparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hunera destan a bi destê jinan ku tê amedekirin di nava civakê de didome.

Li bajarê Wanê, jinên Kurd bi hunera xwe ya destan ku ji kevneşopiyên berê tê, hê jî berheman diafirînin.

Tê gotin ku hunera di qelemçeyê, derziyê û çêkirina goran û mêzeran de xuya dibe, ne tenê weke çavkaniya diravan ne.

Lê weke beşeke girîng ji nasnameya çandî tê dîtin.

Berhemên ku bi destê jinan tê çêkirin, di nava çanda Kurdan de cihekî mezin û girîng girtiye.

Cahîde Gezîcî: Em dixwazin çanda Kurdî bi destê jinan zindî bimîne

Yek ji van jinên berhemdar Cahîde Gezîcî, destnîşan kir ku ev 40 sal in ew bi hunera destan ve eleqedar dibe û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Ez bi derziyê etemîn, qelemçe û qurumçe, morî, desmal, gore çêdikim.

Nêzî 40 sal in, em van tiştan çêdikin, ji bo vê çandê çi ji destê me jinan hatibe me kiriye.

Em van tiştan çêdikin, li xwe dikin, difiroşin, didin kesên hewcedar û hewcedariyên xwe jî pêk tînin.

Em dixwazin çanda me winda nebe, çi ji destê me jinan were, em dikin.”

Cahîde Gezîcî: Ez dixwazim nifşên bê fêrî çanda Kurdî bibin

Di dawiyê de, Cahîde Gezîcî anî ziman ku ew bi tevnê mêzeran jî çêdikin û got:

“Me berê pez xwedî dikir, potikê gûzan, dermanên rengûreng çêdikirin û me ev derman li hiriya pez dixist.

Me ev hirî dikir ben û dest bi mêzer û goran dikir.

Ev pêvajo hemû bi destan dihatin kirin.

Lewma, em dixwazin çanda me her berdevam bike ku zarokên me jî hîn bibin û vê çandê pêk bînin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye