Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

Dengbêj Eliyê Qerejdaxî beriya mehekê krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Dengbêj Eliyê Qerejdaxî di 26'ê Mijdarê de dema diçû mala xwe ya li Taxa Firatê ya semta Gazîlera navçeya Peyasê ya Amedê krîza dil derbas kir.

Li ser vê yekê ji bo dermankirinê Eliyê Qerejdaxî rakiribûn beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.

Hat zanîn ku Eliyê Qerejdaxî yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin, duh jiyana xwe dest da.

Cenazeyê Eliyê Qerejdaxî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin.

Eliyê Qerejdaxî  di sala 1963'yan de li Gundê Sadiyê yê Amedê ji dayik bûye û dibistan nexwendiye.

Ji ber nexweşiya xurik di heft saliya xwe de, her du çavên xwe winda dike.

Her wiha li Mala Dengbêjan a Amedê dengbêjî dikir û li bilûrê dixist.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye