Nezhat Celen: Girtî nikarin mafên xwe bi kar bînin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê, di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê de raporek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê ji bo mafên girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Êlihê û binpêkirinên ku hatine kirin, raporek weşand. 

Li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê, dermanên girtiyên nexweş an qet nayên dayîn an jî bi derengî tên dayîn û muayeneyên bi kelemçe û lêgerîna li hundir tev berdewam dike û yên ku qebûl nakin jî bi zext û gefan re rû bi rû dimînin.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê Nezahat Celen rapora girtîgehê eşkere kir û got:

"Girtî nikarin mafên xwe bi kar bînin û rêvebirên girtîgehan li dijî peymanên navneteweyî tevnagerin. "

"Mehmet Emîn Çam rojane 20 kapsulên derman bi kar tîne"

Nezahat Celen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam (73) ê li Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê û wiha axivî:

"Milê wî yê çepê felc bûye û 5 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber gelek nexweşiyên ku pê re hene, rojane 20 kapsulên derman bi kar tîne.

Li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, milê wî yê çepê felc bûye û nikare di girtîgehê de bimîne, lê dîsa jî Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek da û got 'Ew dikare di girtîgehê de bimîne."

Rêvebira ÎHD'ê ji bo rewşa girtiyê nexweş Tahir Atak jî diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne û wiha domand:

"Tahir Atak, girtiyekî 84 salî ye, tevî temenê xwe yê mezin jî di girtîgehê de tê girtin. Bi rastî, dema ku me serdana wî kir, bi zelalî xuya bû ku wî bi tevahî tevgera xwe winda kiriye û bi kursiya bite ker lek di hundirê girtîgehê de tê veguhastin."

"Şewtandina înfazê rêbazeke duyemîn a cezakirinê ye"

Nezahat Celen di dawiyê de, ragihand ku di her du pêşnûme qanûnên derbarê bicîhanîna cezayan de ku di nav salê de hatine pêşkêşkirin, ti guhertinek di Qanûna Înfazê de tune ye û wiha qedand:

"Bi heman awayî, mafên berdana şertî ya gelek girtiyan di girtîgehan de bi biryarên keyfî yên Linjeya Îdare û Çavdêriyê bi salan tên dirêjkirin.

Ev pratîk ku di raya giştî de wekî 'şewitandina înfazê' tê binavkirin, bûye rêbazeke duyemîn û kêfî ya cezakirinê."

Di raporê de herî dawî daxwaza alîkarî û çareseriyekê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş hat kirin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye