Tezkereya şer li parlamentoya Tirkiyeyê hate qebûlkirin

Tezkereya dirêjkirina dema erkê leşkerên Tirk ya li Iraq û Sûriyeyê, bi dengên AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin. Bi erêkirina Tezkerê artêşa Tirk wê 3 salên din jî li Iraq û Suriyeyê bimîne. Artêşa Tirkiyê li herêma di navbera Besta û qontara Çiyayê Herekolê de ku ser bi Şirnexê ye operasyonek da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Duh 21`ê cotmehê Mecilîsa Tirkiyê Tezkereya şer pejirand.

Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan dest pê kir.

Di civînê de tezkereya Serokkomariyê ya derbarê dirêjkirina dema erkê leşkerên artêşa Tirk ya li Iraq û Sûriyê- Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Piştre tezkere kete dengdanê.

DEM Partî, CHP û Partiya Kedê dengê na bikaranîn, lê tezkere bi piraniya dengên AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê hat pejirandin.

Li herêma Bestayê operasyon artêşa Tirk berdewam dike

Hemwextê erêkirina tezkera şer, li herêmên Parastina Medyayê oparasyonên leşkerî yên dewleta Tirk berdewam dikin.

Li gorî çavkaniyan Tumena Piyade ya Cendirmeyan a Şirnexê bi tevîlbûna gelek leşkerên artêşa Tirkiyê li herêmên Mila Nemira, Sirta Gewr û Mendîçelê ku di kevin navbera Besta û qontara Çiyayê Herekolê de operasyonek hat destpêkirin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku ji aliyê bajarê Sêrtê ve jî leşker û cerdevan tevlî vê operasyonê bûne.

Hate diyarkirin ku leşkerên ku ji Şirnexê çûbûn herêmê vekişiyane baregehên xwe, lê hîna liv û tevgera leşkerên ji aliyê Sêrtê hatine Besta û qontara Çiyayê Herekolê berdewam dike.

Derbarê liv û tevgera leşkerî ya bejahî û hewayî de heya niha ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye