Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Weqfa Jinên Azad, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û endamên Kombûnê beşdarî çalakiyê bûn.
Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Necah El Hisên got ku dengê jinan dengê aştiyê ye, beşdarbûna çalak a jinan nebe, Sûriyeya nû ava nabe.
Piştre 5 deqe rêz ji bo şehîdên azadî û aştiyê hat girtin.
Ev çalakî di çarçoveya pêngava "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" de hat lidarxistin.
Vê pêngavê di 12’ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke hevbeş a Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dest pê kiribû.