Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, îro bi peyamekê bidawîhatina fermî ya erkê hêzên Koalîsyonê ragihand. Barzanî spasiya piştrevanî û keda Hevpeymanan a di şerê dijî DAIŞ’ê de kir û silav ji şehîdan re şandin.
Barzanî ji bo valakirina fikarên ewlehiyê eşkere kir ku ji bo rûbirûbûna her metirsiyekê hevahengiyeke pir bihêz bi Hikûmeta Federal a Îraqê re heye. Di vê qonaxa nû de ku peywendî dibin peymanên dualî, hevkariya Hewlêr û Bexdayê ji bo girtina valahiyan xala sereke ye
.
Di dawiyê de, Serokê PDK’ê hişyariyeke tund da neyarên aramiya herêmê û got: "Kîjan alî xeyala ziyanqetandina Kurdistanê bike, bila bizanibe ku Pêşmerge û qehremanên welêt ji bo parastina xelk û axa xwe bi tevahî amade ne."