Lezgin

QSD LI REQA LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞÊ OPERASYONEK PÊK ANÎ

Li Reqayê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya hêzên Hevpeymana Navneteweyî 2 operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê pêk anîn.

reset font size increase font size

QSDê Li taxa Muşlib beriya du rojan 4 kes bi tewana tevlîbûna rêxistina DAIŞê girt.

Piştî vê girtinê îro serê sibehê QSDê û Hevpeymana Navneteweyî li bajarokê Keremê  operasyoneke hevbeş li dijî şaneyekî çeteyên DAIŞê pêk anîn.

Her wiha di 3ê Tîrmehê de jî, QSDê li kampa Holê ya li gundewarê Hesekê ye, operasyonek ewlehiyê pêk anîbû.

Di encama vê operasyonê çeteyek DAIŞê hat girtin.

Li gorî agahiyan, ew çete di hundirê kampê de çalak bû û hewl dida endamên nû ji bo DAIŞê peyda bike û wekî beşdarekî berê yê şerê li dijî artêşa Iraqê tê naskirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24