Lezgin

OPERAYONÊN LI DIJÎ CHP Ê

Di encama operasyona li dijî CHPê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek de biryara girtinê hat dayîn. Şaredarên Edenê, Semsûr û gelek kesên hatine binçavkirin jî, hîn di derheqê wan de biryarek nehatiye dayîn. Li dijî girtin û binçavkirina şarederên CHPê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşandan û bang li desthilata Erdogan kirin ku dev ji vê polîtîkaya xwe berde.

reset font size increase font size

Doh li Edene, Antalya, Semsûr û Stenbolê jî di nav de gelek deverane endam û şaredarên CHPê hatingirtin û binçavkirin.

Di encama vê operasyonê de di derheqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek de biryara girtinê hat dayîn.  

Derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edene Zeydan Karalar, şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere û gelek kesên hatine binçavkirin jî, hîn biryarek nehatiye dayîn.

Gelek aliyan di derheqê van operasyonên li dijî CHPê nerazîbûn nîşan dan.

OZGUR OZEL: LI DIJÎ VÎ MILLETÎ ŞER ÎLAN KIRIN

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP’ê duh li hev civiyan. 

Civînê ku piştî binçavkirinan hate girtin nêzî 4,5 seat berdewam kir.

Ozgur Ozel piştî civînê daxuyanî da. Ozgur Ozel di daxuyaniyê de behsa binçavkirinan kir û ji bo desthilatdarî anî ziman ku; wan li dijî gel şer îlan kirine. 

Ozel bal kişand ser mijarê û got: “Ev îlankirina şer ne tenê li dijî me bû, di heman demê de li dijî siyaseta demokratîk jî bû. “

TUNCER BAKIRHAN XWEST ŞAREDAR WERIN BERDAN

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan li bajarê Muglayê tevlî civîna gel bû û axaftina xwe de bertek nîşanî operasyonên li dijî CHPê da. 

Bakirhan behsa gendeliyên tên kirin kir û daxuyakirin ku ew li dijî van kiryaran disekinin. 

Bakirhan li ser mijarê wiha got : “Ger ew li dizî û gendeliyê digerin, bila werin li şaredariyên ku ji hêla qeyûman ve têne rêvebirin binêrin.  Ez bang li hikûmetê dikim; di vê serdema dîrokî de xwe bi van polîtîkayên bêxêr ve mijûl nekin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24