Li Hesekê pêngava nû: Hêzên Ewlekariya Hundirîn ketin bajar û baregehek dewr girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi belavbûna li navenda bajarê Hesekê kirin û Kampa Telai ji Hêzên QSD'ê ya ku biryara fesixkirina wê hatibû dayîn dewr girtin. Ev pêngav wekî beşek ji cîbicîkirina peymana 29'ê çileyê ya di navbera Hikûmeta veguhêz û Fermandariya QSDê de hate ragihandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîneyên cuda yên ewlekariyê yên wekî Ewlekariya Hundirîn, Ewlekariya Giştî, Polîsên Leşkerî, Hêzên Taybet û Ewlekariya Rêyan ketine navenda Hesekê. Van yekîneyan dest bi cîbûna li ser çend tewre û xalên serekî yên bajêr kirine û di heman demê de çend avahî û navendên leşkerî û ewlehiyê radestî saziyên fermî hatine kirin.

Ev pêvajoya belavbûnê û radestkirina xalan li gorî xalên tifaqa giştî ya 29'ê Çileyê birêve diçe. Armanca bingehîn a vê peymanê entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û ewlekariyê yên berê di nav saziyên fermî yên dewletê de û bidawîkirina rewşa ya leşkerî û ewlehiyê li herêmê ye. Jixwe di mehên borî de jî şandina hêzên ewlehiyê ber bi parêzgeha Hesekê û Qamişloyê ve dest pê kiribû da ku gav bi gav amadekariyên ji bo vê veguhastina fermî bêne temamkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye