Tirkiyê ava bendavan berda: Asta ava çemê Firatê li Sûriyê bilind bû

Piştî ku Tirkiyeyê herikîna ava çemê Firatê zêde kir, şevê din asta avê li Sûriyê bilind bû. Wezareta Enerjiyê hişyariyeke lezgîn da şêniyên Reqa û Dêrazorê ku ji çem dûr bikevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî zêdekirina herikîna ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve, asta ava çem li seranserî Sûriyê bi awayekî berçav bilind bû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê, tê pêşbînîkirin ku ev rewş û bilindbûna avê heta dawiya meha Tebaxê berdewam bike. Ji ber metirsiya lehiyan, wezaretê hişyariyeke tund da welatiyên li parêzgehên Reqa û Dêrazorê ku li nêzî çem dijîn, daxwaz ji wan kir ku bi temamî ji avê dûr bikevin, baldar bin û bi ti awayî di çem de avjeniyê nekin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye