Berbanga roja Duşemê (21ê Îlona 2026'an), li nêzîkî bajaroka El-Eys a ser bi parêzgeha Helebê ve teqînek di nav baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyeyê de çêbû. Ji ber berdewamiya teqînan, tîmên rizgarkirinê di destpêkê de nekarîn xwe bigihînin cihê bûyerê, lê piştî demekê tîmên Parastina Sivîl karîn 4 birîndaran ji herêmê derxin.
Piştî rûdanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê rêya Heleb-Şamê û hemû rêyên ku diçin ser cihê teqînê girtin. Hat ragihandin ku lêkolîna aliyên peywendîdar li ser sedem û xwezaya teqînê berdewam dike.