Amedspor li hember Beşiktaşê bi encama 3- 2 bi ser ket

Di tûra 6an de ji Super Lîga Tirkiyê tîma Amedspor mazûvaniya tîma Beşiktaş li stadyoma xwe Diyar bekir kir. Amedspor bi encama 3-2 bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça di navbera herdu tîman de bi heyecankê destpê kir.

Tîma Amedspor li pêşiya alîgirê xwe di nîvê yekem de du golên di xulekên 13an û 22an de avêtin.

Ev gol jî ji aliyê lîstikvan Gift Orban û Diya Saba hatin avêtin.

Di nîvê duyem de jî bi taybet di xuleka 55an de tîma Beşiktaş gola duyemîn avêt.

Lê belê di xuleka 59an de tîma Amedspor careke din gol avêt û encam kir 3-1.

Di dawiya maçê de jî tîma Beşiktaş gola duyemîn anî lê ev gol têra wekheviyê nekir û Amedspor 3-2 bi ser ket.

Bi vê serkeftinê re jî, tîma Amedspor derket rêza yekem bi 13 xalan cih girt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye