Klûba ku ji aliyê kaptanê berê yê Îngilîstanê David Beckham ve tê perwerdekirin, berî lîstika MLS ya li dijî D.C. United roja şemiyê li Washingtonê ji Qesra Spî re hat vexwendin.
Her wiha Messi û hevalên wî yên tîmê li ser dikê rawestiyan dema ku Trump bi medyayê re diaxivî.
Piştî ku nûvekirinek li ser êrîşên berdewam ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê da, serkeftina wan pîroz kir.
Trump got: "Kurê min Barron got yabo, tu dizanî îro dê îro kî li wir be?
Min got Na, gelek tişt li ber destê min in."
Barron got: Messi, Ew ji heskiriyek mezin yê te ye. Ew difikire ku tu mirovekî mezin î, ez difikirim ku di vê dema dawî de we hevdu dîtiye."
Donald Trump, dema ku bi Messi re diaxivî, got: "Leo di pîşeya xwe ya bêhempa de, 47'emîn kûpa qezenc kiriye, hejmara herî zêde ye heta niha."
Trump berdewam kir: "Tu dikarî biçî her derê cîhanê, bo her tîmekê cîhanê, lê te Miami hilbijart.
Ez tenê dixwazim spasiya te bikim ku te ev derfet da me hemûyan."
Di hevdîtinê de merasîma rêzgirtinê bo Inter Miami hate lidarxistin.
Her wiha di axaftina xwe de, Trump beşdariya Inter Miami di Kûpaya Cîhanê ya Klûban a FIFA ya sala borî de bi bîr xist, bi taybetî behsa maça wan a li dijî El Ahly kir.
Trump wiha dawî li axaftina xwe anî : "Hun wekhev li hember klûba mezin a Misirê re man, tîmek ku hejmarek mezin ji lîstikvanên jêhatî dihewîne."
Inter Miami di komekê de ku Al-Ahly ya Misrê, Palmeiras ya Brezîlyayê û Porto ya Portekîzê jî tê de bûn, ji qonaxa komê ya Kûpaya Cîhanê ya Yaneyan bi serkeftî derbas bû.