Amedspor, amadekariyên xwe dikin ku cara yekem di dîroka xwe de beşdarî Super Ligê bibin.
Kelecan a ji bo maçên sezona sala 2026-2027an a Trendyol Super Ligê, saet 14:00an de li Hola
Konferansê ya Orhan Saka ya Kampa Tîmên Neteweyî û Tesîsên Perwerdeyê yên Hasan Dogan li Riva dest pê kir.
Bernameya maçên super lîgê hat ragihandin
Bernameya maçên sezona nû bi beşdariya serok û rêvebirên klûbên Super Lig hat lidarxistin.
Piştî bernameya maçê ya her 18 tîmên di Super Lig de hat diyarkirin.
Cîgirê Serokê TFF Mecnun Otyakmaz beriya bernabeyê axivî û got.
Ez bawer dikim ku me bi xebateke pir dijwar, bi dadperwerî û bêyî ku bibe sedema nakokiyan, bernameyek maçê ya baş amade kiriye.
Hêvîdarim ku ev yek ji bo hemî tîmên bibe cihê kefxweşiyê.
Tîma ku li dijî Amedsporê bilîze diyar bû
Berî bernameyê pêşî hejmarên hemû tîman hatin kişandin.
Amedspor di pota 5emîn de bû. Amedspor û Çaykur Rizespor bi hev re beşdarî pişkê bûn.
Di pişkê de vîdyoyek ji bo Amedsporê hatibû amadekirin hate nîşandan.
Serokê Beşa Futbolê Mustafa Altın nûnertiya Amedsporê kir.
Amedspor bi hijmara 16'an hat kişandin.
Amedspor dê maça xwe ya yekem li mala xwede li dijî Erzurumsporê bilîze.
Di hefteya 7'an de galatasaray û fenerbahçe dê werin beramberî hev
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê di bernameya maçên vê sezonê de hin rêzikên girîng bicîh anîn.
Hefteyên derbî yên hatine kişandin bi vî rengîne:
Hefteya 4. Fenerbahçe-Beşiktaş
Hefteya 5. Trabzonspor-Galatasaray
Hefteya 6. Trabzonspor-Beşiktaş
Hefteya 7. Galatasaray-Fenerbahçe
Hefteya 8. Beşîktaş-Galatasaray
Hefteya 9. Fenerbahçe-Trabzonspor.