Stêrkê Brezîlyayê Vinicius Junior di deqeya 55'emîn û 66'emîn de, her du golên Real Madridê tomar kirin.
Bi vê serketinê, Madrîdê puanên xwe gihand 77'an, pozîsyona xwe ya duyemîn xurt kir û cudahiya puanan ya bi Barcelonayê re daxist 11'an.
Şampiyoniya La Ligayê wê li El Clasicoyê bê diyarkirin
Ji ber vê yekê, biryara fermî ya der barê şampiyoniya La Lîgayê de, dê heta maça El Clasicoyê ya roja yekşema bê, were paşxistin.
Dema ku Real Madrid serdana Barcelonayê dike, Barcelona sê hefte beriya bidawîbûna lîgayê, tenê hewceyî xalekê ye da ku şampiyoniyê misoger bike.
Espanyol, ji aliyekî din ve, di şeş maçên dawiyê de têkçûna xwe ya çaremîn jiyan kir û bi 39 puanan daket rêza 13'emîn.
Tîma Espanyolê tenê bi pênc puanan ji herêma xetereyê dûr e.