Hozan Kabak li ser kanala Kafa Sportê, li ser jiyana xwe ya berê daxuyaniyên zelal dan.
Hozan Kabak wiha axivî:
Rojên berê yên Galatasarayê ji bo min pir bi qîmet bûn, ji ber ku yê ez kirim lîstikvan jî Galatasaray bû.
Wî tekez kir ku dema ew derbasî tîma Stuttgartê bû, berjewendiyên kulûba Galatasarayê li ber çavan girt û piştrast kir ku wê Galatasaray bêtir sûdê werbigire.
Her wiha destnîşan kir ku dema ku ew cara yekem çû Stuttgartê ew şaş ma, ji ber ku di tîmê de wergera Tirkî tune bû.
Lê ew ji ber vê yekê zû fêr bû.
Kabak: Ez ji zarokatiya xwe ve li stranên Kurdî guhdarî dikim
Hozan Kabak di berdewamiya daxuyaniya xwe ya Kanala Sportê de, diyar kir ku ew ji Mêrdînê ye û got:
'Ez li gelek Stranên Rap ên Tirkî û Almanî guhdarî dikim.
Her wiha Kabak ji bo Stranên Kurdî ev yek lê zêde kir.
Ez heyranekî mezin ê muzîka Kurdî me.
Zarokatiya min a li malê bi guhdarkirina li Stranên Kurdî wekî stranên Rojda û Mem Ararat re derbas bû.
Ji bo pêvajoya birîndariyê û EURO 2024'an, wî destnîşan kir ku birîna wî a giran a ku di dema kampa Tîma Neteweyî de kişandibû, ji bo wî pir zehmet bû.
Ez ji EURO 2024an dûr ketim û piştî emelîyatê li nexweşxaneyê min li maça Gurcistanê temaşe kir.