Mazlûm Ebdî li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, gihîşt bajarê Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, bi serdaneke fermî lê ranegihandî, gihîşt bajarê Hewlêrê.

Ebdî, ji aliyê serokê demborî yê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û bi hev re civiyan.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê der barê naveroka civîna îro ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de agahî parve kirin.

Hate diyarkirin ku di civînê de rewşa Sûriye, Kurdan û pêkhateyên Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Her wiha li ser pêşhateyên li herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna bi metirsiya terorê re nîqaş hatin kirin.

Hat gotin ku di civînê de aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Şamê tekezî li ser pêwîstiya diyalog û jihevfamkirina di navbera aliyên Kurdî de kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye