Şandeya DEM Partiyê ku ji alîkara hevserokatiya giştî ya berpirsyara Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay, alîkarê hevserokatiya giştî berpirsyarê rêveberiya herêmî Mehmet Ruştu Tiryakî û parlementera Amedê Ceylan Akça pêk tê. Di navbera 22-28ê Hezîranê de li Washington û eyaletên din hevdîtin pêk anîn.
Şandeyê bi gelek sazî, rêxistin û rayedarên Emerîkayê re hevdîtin û civîn pêk anîn. Di civînan de geşedanên li Tirkiyê, Îran, Sûriyeyê û yên dawî li herêmê hatin nirxandin.
’Têkildarî yekîtiya neteweyî û pêvajoyê gotubêj hatin kirin.
Şandeya DEM Partiyê bi hin endamên ji Senatoya DYE’yê û yekîneya Wezareta Karên Derve re hevdîtin kir û li ser têkiliyên di navbera wan de û demokratîkbûnê axivîn. Şandeyê serdana Nûneriya Washington a Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê jî kir û têkildarî yekîtiya neteweyî û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nêrîn hatin parvekirin.
Rustem Elîko