Di êrîşa Dêra Zorê de endamekî asayîşê şehîd bû

Li navçeyeke Dêrazorê komeke çekdar êrîşî ser xaleke Asayişê kir, endamekî Asayişê şehîd bû û êrîşkar jî reviyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê êrîşê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, Asayîşê ragihand ku li bajarokê Dirinc li gundewarê Dêrazorê, duh çekdarên nenas êrîşî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Fermandariyê da zanîn ku Asayîşê bersiva êrîşê da û di encamê de, endamekî wan şehîd bû û 2 endamên din birîndar bûn û êrîşkar jî reviyan.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku piştî êrîşê hêzên wan li herêmê dest bi lêgerînê kirin.

Li gor daxuyaniyê, navê "koma terorsît" li wê koma çekdar hatiye kirin, lê tu agahiyên din derbarê nasnameya êrîşkaran de, nehatiye eşkerekirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24