Girtiyê nexweş hat berdan: Bila hemû Kurd bibin yek

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de bû, ji girtîgehê derket û got: "Bila Kurd hemû bibin yek." Di heman demê de, li navçeya Nisêbînê êrîşî gorên kesên ku di nav refên PKK`ê de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin. MEBYA-DER’ê êrîş şermezar kir û got: "Divê berpirsiyar bên eşkerekirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mehmet Emîn Çam ê ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de û tevî ku du caran ji dilê xwe emeliyat bûbû jî hemû serlêdanên ji bo berdana wî dihatin redkirin, berî du rojan sewqî ATK'ê hate kirin.

Mehmet Emîn Çam, Îro danê êvarî ji Girtîgeha Tîpa T a Bişêriyê hate berdan. Siyasetmedaran û malbata wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.

Çam ku piştî hat berdan axaftineke kurt kir û got: "Bila Kurd hemû bibin yek."

Piştî axaftinê, Çam û malbata xwe ber bi mala xwe ya li Sêrtê bi rê ketin.

 

Li Nisêbînê êrîşî gorên şehîdan hat kirin

 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li Goristana Hecacilerê êrîşî gorên kesên ku di demên cuda de di nav refên PKK`ê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin.

Gelek Kêlên goran û mermerên li dora wan hatin şikandin û darên ku li kêleka goran hatibûn çandin, hatin rakirin.

Ji meha Çileyê ve, dema ku xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin, leşker li ber goristanê nobetê digirin.

Tê îdiakirin ku êrîş ji hêla van leşkeran ve hatiye kirin. Her wiha hat hînbûn ku du hefte berê li heman goristanê êrîşeke bi heman rengî çêbûye.

Êrîş bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniya ku li cihê êrîşê de hat dayîn, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes beşdar bûn.

Hevserokê MEBYA-DER'ê yê Mêrdînê Salih Kuday got: "Ew bi van êrîşan nikarin Kurdan ji holê rakin.

Ev êrîşên bêrûmetîyê ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî hemû mirovahiyê ye.

Bêyî ku şert û merc çi bin, ti bawerî û îdeolojî destûrê nade êrîşên li ser goristanan.

Kes vê yekê qebûl nake. Em van êrîşan şermezar dikin."

Salih Kuday wiha axaftina xwe berdewam kir:

"Li her quncikeke navçeyê kamerayên ewlehiyê hene. Ger hêzên ewlehiyê bixwazin, dikarin tavilê van provokatoran tespit bikin.

Divê ev dijminên mirovahiyê demildest bên eşkerekirin. Em van hêzên tarî yên ku dixwazin şer berdewam bikin, şermezar dikin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî destnîşan kir ku tişta hatiye kirin li dijî mirovahiyê ye û got ku ew vê hovîtiyê qebûl nakin.

Piştî daxuyaniyê li şûna darên li ber goran ên hatin şikandin, darên din hatin danîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye