Rêber Apo meşa TJA silav kir û peyamek ji jinan re şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa Tevgera Jinên Azad silav kir û peyamek ji jinan re şand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî meşa ji aliyê Tevgera Jinên Azad TJA`ê ve hatiye destpêkirin, Rêber Apo got: “Ez bawer dikim ku meşa azadiyê wê bibe bingeha muzakereyên demokratîk û tevkariyeke girîng bike.”

Rêber Apo da zanîn ku ji ber jin, bindestiyê qebûl nakin lewma ber bi azadiyê ve dimeşin û bal kişand ser têkiliyên Jin û Mêr û got: “Divê kes bi zimanekî otorîter an jî ferman nêzî hev nebe.

Di têkiliyên kevneşopî de, mêr serdest in, jin jî bindest û îteatkar in, ev otorîte nayê qebûlkirin.”

Rêber Apo diyar kir ku, gerek Jin pirsgirêkên xwe yên bi Dewlet, malbat û mêran re bi rêya muzakereyan çareser bikin û zimanê wekheviyê esas bigrin.

Di dawiya peyama xwe de, Rêber Apo ji hemû Jinên bi dirûşmeya “Em bi hêviyê ber bi Azadiyê ve dimeşin” re silavên xwe şand û keda wan a ji bo azadiyê pîroz kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye