Dadgeha Îraqê biryara darvekirinê li Ecac Tikrîtî birî

Piştî salên dirêj ji rev û veşartinê, edalet gihîşt armanca xwe. Dadgeha Resafe ya Bexdayê, îro di rûniştina xwe ya duyem de, cezayê darvekirinê li Ecac Ehmed Herdan ê ku bi navê Ecac Tikrîtî tê naskirin, birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ecac Tikrîtî yê ku ji eşîra Sedam Huseyn e, piştî hilweşîna rejîma Baasê di sala 2003’yan de, hewl da ku şopa xwe winda bike.

Piştî ku demekê li Kerkûkê ma, derbasî Sûriyê bû û li taxa Cermana ya Şamê bi nasnameyên cuda jiyana xwe domand.

Tevî ku li derveyî welêt bû jî, wî bi fikar dozên Enfalê dişopandin, ji ber ku dizanî navê wî di lîsteya reş a tawanbarên herî mezin de ye.

Sûcdarê sereke yê Girtîgeha Nugre Selman Ecac Tikrîtî yê ku wekî ‘celadê Kurdan’ tê nasîn, roja 31’ê Tîrmeha 2025`an hatibû girtin.

Navê Ecac Tikrîtî bi girtîgeha Nugre Selman ve hatiye girêdan.

Ev girtîgeha ku di kûrahiya çolên parêzgeha Musennayê de ye, ji bo Kurdan ne tenê girtîgehek, lê belê weke goristanekê bû.

Di dema Enfalê de, bi hezaran jin, zarok û kalên Kurd di bin destê Ecac Tikrîtî de bi birçîbûn, tîbûn û êşkenceyên giran hatin kuştin.

Îro li Dadgeha Resafe ya Bexdayê, rûniştina duyem a doza darizandina celadê girtîgeha Nugre Selman Ecac Tikrîtî hate lidarxistin.

Dadwer biryara darvekirinê ji bo Ecac Tikrîtî derxist.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye