Ji bo birêvebirina karên Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê, Ednan Mihemed Berî hat erkdarkirin.
Ev biryar bi hejmara 58, di dîroka 1'ê Adara 2026'an, ji aliyê Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Veguhêz Mihemed Ebdulrehman Tirko ve hat derxistin.
Ev gav di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de tê ku li gorî Peymanên di navbera Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, pêk hatiye.
Ev biryar di çarçoveya pêwîstiyên berjewendiya giştî de tê û bi armanca misogerkirina berdewamiya karên îdarî û perwerdeyê.
Ednan Mihemed Berî ji gundê Enabiyê yê girêdayî navçeya Zirgan e û ev 16 sal in li bajarê Hesekê dijî.
Wî 4 salan li Zanîngeha Firatê di Beşa Arkeolojiyê de wekî mamoste xebitiye, ji bilî rêveberiya Beşa Antîkên Hesekê.
Ednan Mihemed Berî her wiha, di sala 2017'an de beşdarî damezrandina beşa dîrokê li zanîngeha Rojava bû û ew salek berê wek hevserokê Desteya Perwerdehiyê ya parêzgeha Cezîrê hatibû tayînkirin.