Îran, bi hinceta sîxûrên Îsraîl û Amerîkayê, xwepêşanderan bi dar ve dike.
Rojnameya Mîzanê ya dadweriya Îranê ragihand ku danê sihehê Irfan Kiyanî yê ku tevlî xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê bibû, hatiye darvekirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku biryar ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû pejirandin.
Hêjayî gotinê ye ku ji roja şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, dest pê kiriye û heya niha 20 kes hatine darvekirin.
Li Îranê zextên li girtîgehan girantir dibin
Ên ku nayên darvekirin jî di girtîgehan de tên tecrîdkirin û di bin zextên giran de dimîn.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, têkildarî rewşa dawî ya li girtîgehên rejîma Îranê û zextên li ser girtiyên siyasî yên jin, li girtîgeha Evînê raporek belav kir.
Di raporê de, hat ragihandin ku berpirsê girtîgehê, fermaneke nû derxistiye û li ser girtîgehê sepandiye.
Malperê da zanîn ku di fermanê de hatiye diyarkirin ku di egera beşdarbûna, di her çalakiyeke nerazîbûnê de wek grev, berzkirina dirûşmeyan û kombûnan, dê girtiyan veguhezin hucreyên yek kesî.
Di heman demê de, dê ji mafê peywendiya telefonê ya bi malbatê re bêpar bimînin.
Hêjayî gotinê ye ku ligel agirbest û aloziyên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê, her diçe polîtîkayên çewisandinê yên Îranê dijwartir dibin.
Hişyarî tê dayîn ku ev tundkirina sînor û zextan, rewşa girtiyên siyasî girantir dike û metirsiyê li ser jiyana çêdike, ku gelek ji wan bi cezayê darvekirinê hatine darizandin.
Di nava çand rojan de 394 kes li Sine û Kirmanşanê hatine girtin
Di haman demê de, binçavkirina welatiyan berdewam dike, ev yek bi taybetî piştî şerê Amerîka- Îsraîlê, zêdetir bûye.
Iran International jî, belav kir ku Buşra Mostefavî, Nahîd Naîmî û Dîdar Ehmedî, sê welatiyên Behayî yên li Rafsancanê dijîn, roja Şemiyê, 25ê Nîsanê, bi tawana "propagandaya li dijî dewletê" ji bo girtîgeha Kirmanê hatin veguhastin.