Festîvala Yekem a Giyayên Biharî û Xwarinên Kurdewarî ya li Binarê Qendîlê, piştî 3 rojan, bi serdana 5 hezar kesî bi dawî bû.
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm têkildarî festîvalê û encamên wê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hevşaredar Dilşad Îbrahîm diyar kir ku îro festîval piştî 3 rojan bi dawî bû û li gorî asta tevlîbûnê, serketinek mezin hatiye bidestxistin.
Hevşaredar destnîşan kir ku di festîvalê de semîner li ser jin û jîngehê hatin dayîn, li gel wê terapî û sûdên giyayên biharî hatin destnîşankirin.
Hevşaredar Dilşad Îbrahîm diyar kir ku gelek mijarên taybet weke zarok, huner, stran û pêşbirkên cuda hatin nîşandan.
Herî dawî hevşaredar spasiya hemû alî û partiyên siyasî, komîteya amadekar û hemû kesên alîkar kir.