Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan beşdarî televîzyona Medya Haberê bû, derbarê pêvajoyê û avakirina komîsyonê de nirxandinan kir û da zanîn ku ji bo pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe hewldanek heye. Kalkan diyar kir ku di serî de Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan vê hewldanê dimeşîne û ji bo pêşiya wê were vekirin bang li rêxistinê û raya giştî kiriye.
Kalkan bi bîr xist ku tevgera wan 26’ê Cotmehê bi daxuyanekê ragihand ku ji bo rê li pêşiya provokasyonan bê girtin biyar daye hemû hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişîne û bi vê gavê xwestine rê li ber gavên hiquqî vekin.
Her wiha Dûran Kalkan destnîşan kir ku bi banga aştî û civaka demokratîk re gelek gav ji hêla tevgerê ve hatine avêtin.
"Pêvajo li ser daxwaz an jî bi zora hin kesan nameş e"
Dûran Kalkan der barê pêvajoyê de diyar kir ku hişmendiyek û têgihîştinek heye û wiha berdewam kir:
"Wisa li ser daxwaza hin kesan an jî bi zorê çênabe. Têgihîştinek, stratejiyek tê bicîhanîn.
Rêber Apo ev yek wekî gavên yekalî yên niyeta baş pênase kir. Qonaxa yekem a pêvajoyê jî bi vî rengî anî ziman.
Qonaxa yekem, afirandina rewşa pratîkî û leşkerî ya ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn bû."
"Heta ku şertên Rêber Abdullah Ocalan neyên guhertin ma wê aliyê Kurd çawa bi rê ve bibe?"
Dûran Kalkan bal kişand ser hevdîtina dawî ya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalaln ya bi malbat û şandeya DEM Partiyê re û got:
“Wan ev yek eşkere anîn ziman ku derbarê rewşa Îmraliyê de guhertinek cuda çênebûye. Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike.
Heta azadiya fîzîkî ya Rêber pêk neyê, şert û mercên jiyanê neyên guhertin, ma wê aliyê Kurd çawa pêvajoyê birêve bibe? Ma wê Rêber Abdullah Ocalan çawa birêve bibe?
"Di xebata komîsyonê de tiştekî nû tune ye"
Wekî din di xebata komîsyonê de jî tiştekî nû tune ye. Ewqas civîn, nîqaş û dan û standin kirin.