Li Silêmaniyê beşên cuda yên civakê berê xwe dan gora Xezal Mewlan a li Goristana Şêx Ehmed Hindî.
Pêşmergeya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, (PDK-Î) Xezal Mewlan di encama êrîşeke dronê ya Îranê de jiyana xwe ji dest dabû.
Çalakvanan bi dirûşmeya gelê Kurd yek e li derdora gora Xezalê kom bûn.
Çalakvanan xwestin ku bi vê çalakiyê, wekî xwedî derketina xwe li Kurdên hemû beşên Kurdistanê nîşan bidin.
Di vê çalakiyê de, Hunermend Şoxan Ehmed ji ajansa Roj Newsê re, wiha got:
“Armanca me ji serdana gora Xezalê ew e, ku di hemû rewşan de em bi şehîdên xwe re ne.”
Her wiha Neşmîl Elî jî, hevxemiya xwe ji bo xelkên li Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û got ku ti alî nikarin yekdengiya Kurdan tune bikin.
Ji aliyekî din, Koordînasyona Kongreya Star der barê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û armancgirtina 3 Pêşmergeyên jin Xezal Mewlan, Nada Misrî û Samîra Allahyarî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Pêşmergeyên jin Xezal Mewlan, Nada Miri û Samira Allahyarî yên ku di êrîşên dewleta Îranê de li Başûrê Kurdistanê hatine armancgirtin, bi rêzdarî bibîranîn û êrîş bi tundî hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş ne tenê leşkerî ne, di heman demê de êrîşên li dijî îradeya jinan, civakê û yêkbûyîna gelê Kurd in.