Li gorî agahiyan beriya çend kêliyan bi dronekê li bajarokê Rizgarî ya navçeya Xebat a ser bi Hewlêrê ve, êrîşî Baregeha Partiya Sazmanî Xebat hate kirin.
Di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.
Hêjayî bîrxistinê ye di destpêka êrîşên dewleta Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê de 20 pêşmerge û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û dîsa fermandareke Fransî jî miriye.