El Cezîre: Di du rojan de 45 kes ji artêşa Îsraîlê birîndar bûne

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku di şerê li Libnanê de, di du rojên borî de, herî kêm 45 kes ji artêşa wê birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî polîtîkayên artêşa Îsraîlê ji bo çavdêriya leşkerî û sansûrkirina nûçeyên windahiyan li eniya bakurê Libnanê, agahiyên windahiyan tên.

Duh Artêşa Îsraîlê da zanîn ku di şerê li başûrê Libnanê de, di 48 demjimêrên dawiyê de bi dehan hêzên wê birîndar bûne.

Li gorî ku Kanala El Cezîreyê belav kiriye, artêşa Îsraîlê di rapora xwe ya dawiyê de wiha eşkere kir:

''Di şerên li başûrê Libnanê de, di 48 demjimêrên dawiyê de, 45 efser û leşkerên artêşê birîndar bûne.''

Her wiha amarên fermî nîşan didin ku ji destpêkirina pevçûnên li eniya başûr ve, bi tevahî 735 efser û leşkerên Îsraîlê birîndar bûne.

Rewşa 44 kesan ji wan giran e û rewşa 100 kesên din jî navîn e.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye