Li başûrê Libnanê 13 kes hatin kuştin

Di 2 êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de 13 kes hatin kuştin û 16 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullahê dewam dike.

Wezareta Tendruistiyê ya Libnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê bajarokên Tifaha û Marûb ên başûrê Libnanê bombebaran kirin.

Li gorî wezaretê di her du êrîşan de 13 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku di êrîşa li ser bajarokê Tifahayê de 9 kes hatin kuştin û 13 kes birîndar bûn û di êrîşa li ser Marûbê de jî 4 kes hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê herêmên Nebetiye, bajarokên Mifêdûn, Şokîn, Qelîla, Biyût Seyad ên navçeya Siwerê û bajarokê Mecdelzûn bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, li bajarokên Bint Cibêl, Xeyam, Şemi û Serafê ji saetên sibehê ve di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer rû da.

Hizbullahê ragihand ku wan mûşek li wargehên Kiryat Şemûna û Dofîfê daye.

Herî dawiyê jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di derbarê şerê li dijî Libnanê de eşkere kir ku şerê li Libnanê wê berdewam bike.

Her wiha anî ziman ku zextên leşkerî yên Îsraîl-Îran û hevalbendên wê xistine rewşeke ku hebûna wan tehdît dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye