Netanyahu: Şerê li dijî Libnanê wê berdewam bike

Heta niha Artêşa Îsraîlê Êrîşên bi tundî li ser Libnanê pêk tîne. Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyand ku şerê li Libnanê wê berdewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di derbarê şerê li dijî Libnanê de eşkere kir ku şerê li Libnanê wê berdewam bike.

Her wiha anî ziman ku zextên leşkerî yên Îsraîl-Îran û hevalbendên wê xistine rewşeke ku hebûna wan tehdît dike.

Netanyahu di serdaneke şopandina hêzên Îsraîlê li başûrê Libnanê de, bi dîmenekê diyar kir ku:

"Beriya çend kêliyan dema ez li şertîa ewlehiyê bûm jî şer dewam dikir."

Netanyahu berdewam kir: "Tiştê ku em dibînin ev e ku me bi saya vê herêma ewlehiyê gefên ketina li nava Libnanê têk birine."

Netanyahu destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê destkeftiyên mezin pêk anîne.

Lê erk hîna bi dawî nebûye û got:

"Hîn jî kar heye ku were kirin û ji xwe em dikin."

Li aliyekî din jî, Hizbullahê ragihand ku di êrîşa li dijî bajarê Seyda ya başûr de berpirsê yekîneya girêdan û hevkariyê hat kuştin.

Di heman demê de ragihandina Libnanê jî bi bîr xist ku topavêjên Îsraîlê li başûrê Libnanê gelek dever topebaran kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye