Rejîme Sûriyê, di 8'ê kanûna 2024'an de hilweşiya û Hikûmeteke Veguhêz bi seroketiya Ehmed El-Şeri dest danî ser rêveberiyê.
Guhertina desthilatdariyê li Sûriyê ti guhartin bi xwe re çênekir, ji ber ku hişmendiya desthilatiyê nehat guhartin, yê hatiye guhartin tenê kes bûn, lewma di her warî de rewşa welat her çû kembaxtir bû.
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri têkildarî rewşa dawî ya Sûriyê û mijrarên di rojevê de ji Rojnameya Milliyet a Tirkiyê re axivî.
Şeri ji rojnameyê re hevdîtin û têkiliyên Sûriyê û Îsraîlê nirxand û wiha got: "Em ê di demeke nêz de, peymaneke mîna peymana 1974'an, bi Îsraîl re îmze bikin, ev peyman nayê wê wateyê ku têkiliyên me bi Tel Avîvê re normalîze bibin.
Şeri: Rêkeftina bi Îsraîlê re neçariye
Ehmed Şeri anî ziman ku ew bawariya xwe bi Îsraîl nayne, lê neçare ku bi Îsraîlê re bigihêje rêkeftineke ewlehiyê.
El-Şeri bi zimanekê gefxwarinê got ku Sûriye dizane çawa şer bike, lê êdî şer naxwaze û bûyerên dawî yên li Siwêdayê jî weke xefikekê bilêv kir.
Serokê hikûmeta Veguhêz, beşdarbûna xwe ya pêşerojê di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, wekî mînakek dîrokî bi nav kir û wiha lê zêde kir: "Bi beşdariya civînê êdî Sûrîye bûye beşek ji sîstema navneteweyî."
Ehmed El-Şeri: Milyonek penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê
Ehmed El-Şeri îdîa kir ku ji sedî 90'ê bazirganiya madeyên hişber rawestiyaye û milyonek penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.
Peymana 10'ê adarê rêya çareseriyê ye
Şeri gef li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û got: "Eger QSD heya dawiya salê, peymana 10 adarê pêk neyne, dibe ku Tirkiyê operasyoneke leşkerî dest pê bike."
Şeri daxwazên HSD'ê yên ji bo nenavendîbûnê red kirin û îdîa kir ku zagona Sûriyê ya Hejmar 107, ji xwe ji sedî 90 nenavendîbûna îdarî garantî dike û daxwazên QSD'ê, wekî perdeyekê ji bo meylên cudaxwaziyê ne.
Ehmed El-Şeri îdîa kir ku QSD'ê, guh neda banga Abdullah Ocalan a ji bo hilweşandina xwe û ew yek bûye gef li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê û Iraqê.