Li meclisa Tirkiyê bi rojeva Îranê civînek hat lidarxistin

Di derbarê şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de li Bkurê Kurdistanê û Tirkiyê jî gelek daxuyanî hatin dayîn. Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş di civînekî de bal kişand li ser şer û wiha got: "Êşa bêgunehên ku li Xezeyê ne û yên li Îranê tê jiyîn tu ferq di nav bera wan de nîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî şerê Îran û Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji gelek aliyên dengê nerazîbûnê bilind dibe. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî siyasetmedar bertek nîşanî şer dan û banga aramiyê ji bo herêmê kirin.

 

Lijneya Giştî ya Meclisê bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş civînek bi raya giştî re girtî pêk anî. Di civînê de Kurtulmuş wiha got: "Şerê li herêmê ne encama krîzek demboriye, rewşa heyî encama hovitiyê, bê qanuniyê ye."

 

Alîkara Hevserokên DEM Partiyê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mûtlû jî wiha eşkere kir: ''Pêvajoya bi Sûriyê re destpê kir îro bi Îranê re dewam dike.''

 

 

'Êşa Xezayê mîna êşa ku li Îranê ye'

 

 

Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku êrîşên li ser Îranê pêk tên encameke hovîtiyê ye û wiha axivî:

 

"Êşa bêgunehên ku li Xezeyê û niha li jî Îranê tên jiyîn tu ferq nîne. Her yek encamek tevlihev a heman hovîtî ye."

 

 

'Em ê rê nedin ku pêvajo ji rê derkeve'

 

 

Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya li Tirkiyê jî wiha got:

 

''Em ê tu carî rê nedin ku alozî li herêma me ji aliyê rêxistinên terorîst çêbibe.

 Em ê rê nedin ku pêvajoya 'Tirkiya bê teror' ji rê derkeve."

 

 

'Rewşa li Îranê bandorê li cîhanê dike'

 

 

Tuncer Bakirhan jî piştî civîna heftane ya koma partiya xwe, pirsên rojnamegeran li ser pêvajoyê besivand û got: 

 

“Rewşa li Îranê bandorê li herêmê û dinyayê dike. Hewceye bala me li ser aştiya me be, pêvajoyê bilez pêş bixin û demildest encamekê jê bigirin.”

 

 

'Pêvajoya Sûriyê li Îranê jî berdewam dike'

 

 

Alîkara Hevserokên DEM Partiyê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mûtlû jî ragihand ku şerê li herêmê ne tenê pêvajoyeke leşkerî ye û wiha pê de çû:

 

"Pêvajoya bi Sûriyê re destpê kir îro bi Îranê re dewam dike û hêzên modernîteya kapîtalîst Rojhilata Navîn jinûve dîzayn dikin."

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye