Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan li civîna koma parlementoyê ya partiya xwe li Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyê de axivî.
Recep Tayyip Erdogan li ser şerê Îsraîlê yên li hember Îranê û hewldanên wê yên ji bo afirandina nearamiyê li herêmê bi rêya medyaya dijîtal di navbera Şîe û Sunniyan de nirxandin kir.
Erdogan di axaftina xwe de behsa pevçûnên ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kirine jî kir.
Serokkomar Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku şer hem ji bo welatên herêmê û hem jî ji bo aboriya cîhanî encamên giran bi xwe re aniye û got:
"Zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl cihê fikaran e.
Tirkiye ji bo çareserkirina krîzê dîplomasiyeke dijwar dimeşîne, bi Îran, Amerîka û welatên herêmê re têkilî berdewam dikin."
Recep Tayîp Erdogan tekez kir ku pêwîst e berî ku nakokî gur bibin bi dawî bibin û daxwaza bikaranîna dîplomasiyê kir.
'Divê em li hember nakokiyên mezhebî hişyar bin.'
Erdogan diyar kir ku hewl tê dayîn ku li ser medyaya civakî nîqaşên mezhebî werin vejandin û li dijî van înîsiyatîfan hişyarî da.
Serokkomar Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku hewl tê dayîn bi rêya dabeşbûna Şîe-Sunnî aloziyên nû werin afirandin û tekez kir ku gelên herêmê bi sedsalan e bi hev re dijîn û divê ev yekîtî were parastin.