Li Idlibê çalakiya protestoyê li dijî artêşa Tirkiyê hat lidarxistin

Li navçeyeke Idlibê xwepêşandanek li dijî Artêşa Tirkiye hat lidarxistin, tê de şêniyên Idlibê daxwaz kirin ku leşkerên Tirk ji malên sivîlan derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi dehan şêniyên gundê Ferkiya yê navçeya Cebel El Zawiyê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê, çalakiya protestoyê li pêşiya xala artêşa Tirk li dar xist û biryara artêşê bi tundî şermezar kirin, ku herî dawiyê li gor wê biryarê leşkerên Tirk dest danîbûn ser malên sivîlan û ji xwe re kiribûn navendên leşkerî.

Di çalakiyê de, şêniyan daxwaz kirin ku hêzên artêşa Tirk ji xaniyên wan derkevin.

Ev demek e, li heman herêmê xwepêşandan û çalakiyên protestoyê yên bi vî awayî tên lidarxistin, ew jî li dijî bikaranîna xaniyên welatiyan wekî baregehên leşkerî ji aliyê artêşa Tirk ve.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24