Hikûmeta Îraqê, her tim dixwaze hevkariya xwe bi şirîketên rojavayî re xurt bike.
Duh jî, Hikûmeta Îraqê, du peymanên stratejîk bi şirîketa Chevron a enerjiyê ya Amerîkayê re îmze kir.
Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barack û Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê Joshua Harris jî, di marasîma îmzekirinê de, amade bûn.
Ev peyman wê qadên petrolê li sê parêzgehên cuda pêş bixe.
Li gorî peymanê, şirîketa Rûsî Lukoil ji qadê vedikişe û cihê xwe dide Chevronê.
Peyman, qada mezin a petrolê ya Qurneya Rojava-2 (West Qurna 2) ya li Besrayê li xwe digire.
Li gorî peymanê, piştî salekê, wê birêvebiriya qadê bi temamî teslîmî Chevrona Amerîkayî were kirin.
Armanca peymanê ya duyem jî, zêdekirina hilberîna li parêzgehên Zîqar û Selahedînê ne.
Wezîrê petrolê yê Îraqê: Wê bandoreke erênî li ser aboriya navxweyî bibe
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî, diyar kir ku ev peyman wê bandoreke erênî li ser aboriya navxweyî bike.
Ebdulxenî anî ziman ku ev peyman wê bi hezaran derfetên kar ên nû biafirînin û asta refahê bilind bike.
Şîrovekar tekez dikin ku ev peyman wê ji aliyê siyasî ve jî bandor bike.