Amerîka û Îranê qaşo ku li ser bidawîbûna şer li hev kirin, êrîşî hev kirin. Piştî vê, ji hêla herdu aliyan ve gelek peyam derketin. Şêwirmendê leşkerî yê serokê Îranê Mucteba Xameneyî, Muhsin Rezayî peyamek li ser tora civakî X nivîsand û tê de wiha got:
"Bersiva her binpêkirina peymana têgihîştinê dê bilez û tund be. Amerîkayê bi piştgirîkirina kiryarên wekîlên wê li herêmê û berdewamiya afirandina aloziyê li Tengava Hurmizê, madeyên yekem û pêncem ên peymanê binpê kiriye."
Îbrahîm Ezîzî: Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye
Her wiha, serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî daxuyaniyek da. Îbrahîm Ezîzî behsa aloziya li tengava Hurmizê kir û wiha got:
"Hêzên me berisva êrîşa Amerîkayê dan. Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye. Em ê bi biryardarî li dijî her binpêkirineke li Tengava Hurmizê bersivê bidin."
Îbrahîm Ezîzî behsa pêşeroja tevgera li Tengava Hurmizê kir û ev lê zêde kir:
"Divê Amerîka û hemû welatên ku dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin, zanibin ku wê tenê li gorî xetên ku ji hêla Îranê ve hatine xêzkirin gengaz be."
JD Vance: Tundî dê bi tundiyê re rûbirû bimîne

Amerîka jî berisva peyamên rayedarên Îranê da. Cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump James David Vance bi daxuyaniyekê wiha bersiva Îranê da:
"Heke Îran ji çawaniya bicihanîna peymanê ne razî be, dikare telefonê rake û peywendiyê bike. Tundî dê bi tundiyê re rûbirû bimîne."