Erdogan û Bahçelî bi rojeva pêvajoya aştiyê civiyan

Pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van deman de, rojeveke sereke ye. Herî dawî li ser vê mijarê, Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Giştî yê MHP`ê Bahçalî civiyan. Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got ku pêvajoya aştiyê pêşketineke gelekî girîng e û dikare bandoreke mezin li tevahiya herêmê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yek jî rojeva sereke a Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

Derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Giştî yê MHP`ê Devlet Bahçelî li Qesra Serokomariyê civiyan.

Lê piştî civînê ti daxuyaniyek nehat dayîn.

Guterres: Pêvajoya aştiyê ya Tirkiye-PKK pêşketineke gelekî girîng e

Dîsa ji bo heman mijarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterrse, derbarê pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKK`ê de axivî.

Guterres li New Yorkê bersiv da pirsên rojnamevanan û bi rengekî erênî nêzî pêvajoya navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû.

Sekreterê Giştî yê NY destnîşan kir ku pêşketina vê pêvajoyê hem ji bo Tirkiyê û hem jî ji bo Kurdan dikare encamên girîng bi xwe re bîne û got:

"Ez pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de weke pêşketineke gelekî girîng dibînim.

Ger pêvajo bi normalbûyîneke berfireh bi encam bibe, dikare bandoreke hîn mezintir bike."

Antonio Guterres destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê wê tenê li nava sînorên Tirkiyê nemîne û çareseriyeke tam wê tevkariyên girîng li aramiya herêmî bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got:

"Normalbûyîna vê meseleyê wê ne tenê ji bo Tirkiyê yan jî Kurdên li Tirkiyê be û di heman demê de wê bi kêrî tevahiya herêmê bê."

Pêvajoya Aştiyê, di 27`ê Sibata 2025`an de ji aliyê Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan ve hatibû ragihandin û PKK`ê  hemû çalakiyên xwe rawestandin û çekên xwe şewitandin.

Lê dewleta Tirk, heta niha gavên qanûnî yên ku jê tên xwestin, neavêtine.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye