1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê

Li her çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê jî, bi boneya 1'ê Gulanê (Roja Karkeran a Cîhanî) daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de, ev roj li hemû karkeran hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku divê mafên rewa yên karkeran werin parastin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya 1'ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanê li her çar perçeyê Kurdistanê bi daxuyaniyên cur bi cur hat pîrozkirin.

Her wiha li Ewropayê jî bi boneya vê rojê piştgiriya karkeran hat kirin.

KCD-E: Divê em ji her demê hîn xurttir bibin yek

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E’yê bi wesîleya 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê bi vê peyamê pîroz kir:

"Divê em ji her demê hîn xurttir bibin yek.

Bi hev re tevbigerin û li dijî modernîteya kapîtalîst tifaqeke navneteweyî ya bindestan ava bikin.

Ji bo aştî, azadî û jiyaneke bi rûmet têkoşîna hevpar, rêya esas a banga me ye."

TJA: Têkoşîna me bi biryardarî mezin dibe

Li Bakurê Kurdistanê jî Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyên niviskî weşandin.

TJA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku daxwaza wan jiyaneke bêtundî ya aştiyane ye û got:

"Li dijî her cure mekanîzmayên zextê, bêhiquqiyê û êrişên zayendperestiyê, têkoşîna me bi biryardarî mezin dibe."

DBP: Serketina pêvajoyê dê bibe serketina kedkaran

Di heman demê de DBP’ê jî bi boneya vê rojê ev peyam da:

“Serketina pêvajoyê dê bibe serketina kedkaran.

Em bi ruhê Newrozê, qadên 1’ê Gulanê pîroz bikin û siyaseta demokratîk mezin bikin.”

DEM Partî: Em ê ligel karker û kedkaran bin

Ne tenê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di heman çarçoveyê de DEM Partiyê jî balkişand ser keda karkeran û ev tişt anî ziman:

“Ji bo cîhaneke ku kedxwarî, xespkirina heq lê nebe û edalet û wekhevî lê serdest be, em ê têkoşîna xwe bibiryar bidomînin.

Îro û her tim em ê li gel karker û kedkaran bin.”

TEV DEM: Karker stûna pêşkeftin û avakirinê pêk tînin

Li Rojavayê Kurdistanê jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Yekîtiya Kedkaran a Kobanê bi daxuyaniyeke hevpar en roj li hemû kedkaran pîroz kirin û gotin:

"Karker stûna pêşkeftin û avakirinê pêk tînin.

Hewldanên rojane yên berdewam ên çîna karker çavkaniya serbilindî û rûmetê ne.

Em hemû qurbaniyên ku di dîrokê de ji bo edaleta civakî, azadî û rûmetê hatine kirin bi rêzdarî bi bîr tînin.''

KJK: 1’Ê Gulanê soza avakirina ked berxwedanê ye

Koordînasyona KJK'ê jî îşaret bi têkoşîna hevpar a kedkarên cîhanê kir û ev tişt di daxuyaniyê de bi bîr anîn:

"1’ê Gulanê, ne tenê roja pîrozbahiyê ye, di heman demê de "soza avakirina ked, berxwedan û jiyana sosyalîst e."

Nêçîrvan Barzanî: Em piştgirya tam didin karkeran

Li Başûrê Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir û got:

“Em di vê rojê de piştgiriyeke tam a ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran didin.

Em alîgir in li ser pêdiviya pêbendbûna tam a bi yasaya kar û dabînkirina jîngeheke ewle, ku hemû mafên karkeran diparêze.

Divê jiyan û debareke hêja ji bo wan were dabînkirin.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye