Tevî rawestandina şerê di navbera Amerîka û Îranê de, lê li nav Îranê alozî dewam dikin.
Li parêzgeha Kirmaşanê li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrîşeke bi çekan de 2 Pasdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Medyaya fermî ya Îranê vê sibehê ragihand ku li li bajarê Paweyê di êrîşeke bi çekan de 2 Pasdar hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Nasnameya pasdarên kuştî hat eşkerekirin
Li gorî agahiyan, çekdaran li ber malên Pasdaran gule berdane wan.
Hêzên ewlehiyê yên Paweyê dest bi lêkolînê kirin û hewl didin nasnameya êrîşkaran eşkere bikin.
Hat diyarkirin ku navên Pasdarên ku hatine kuştin Xalid Xalîdîniya û Burhan Krîstanî ne.
Navên her du birîndaran jî Kamil Şebreng û Kemal Ebdî ne.
"Xorî Hîwa" berpirsyariya êrîşê girt ser xwe
Li ser torên civakî daxuyaniyek bi navê "Hêzên Xorî Hîwa"yê hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de wê komê berpirsyariya kuştina her du Pasdaran girt ser xwe.
Li aliyekî din girtin hîn jî li Îranê berdewam e.
Hat diyarkirin ku duh sê welatiyên Kurd hatin girtin û wan ji bo cihekî ne diyar veguhestin.
3 welatiyên Kurd hatin girtin
Elî Zulfî welatiyekî Kurd ê xelkê Bokanê, wênekêş û girtiyê siyasî yê berê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hate binçavkirin û ew birin cihekî ne diyar.
Her wiha Cefer Muxtarîfer, çalakvanekî çandî yê Kurd xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Di heman demê de, xortekî Kurd ê bi navê "Mêhran Behramî" xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Der heqê sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî van welatiyan de, ti agahî tune ne û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti daxuyanî nedane.