Der barê komedyen Deniz Goktaş de lêpirsîn hatiye destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî komedyen Deniz Goktaş lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn ji ber ku "di naveroka ku li ser hin platformên medyaya civakî hatiye weşandin de daxuyaniyên sûc hatine dîtin" hate destpêkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Hat îdiakirin ku ji ber pêşandana wî ya stand-up a bi navê "Deryaya Mirî" ku li Şanoya Vekirî ya Harbiye Cemil Topuzlu pêşkêş kir, li dijî komedyen Deniz Goktaş bi tohmeta "heqaretkirina nirxên olî" lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bernameya stand-upê henekên li ser gelek kesayetên siyasî, ji Ekrem Îmamoglû yê ku hate girtin û ji kar hate dûrxistin bigire heya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, vedihewîne.

Bi taybetî, di hinek şîroveyên hatin parvekirin de ku tê de dihat gotin ku beşên der barê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de naveroka "heqaret" dihewîne.

ÎDIA: Lêpirsîn ji bo 'heqaretkirina nirxên olî' hat destpêkirin

Li gorî rojnameya Yeni Şafak`ê, ji ber daxuyaniyên ku Deniz Goktaş ser Quranê kiriye bûne tohmet.

Goktaş, di beşê ku tê de henek li ser pirtûkên pîroz kir, got:

"... Sê pirtûkên pêşîn baş bûn, wergera çaremîn qels e.

Ez difikirim ku ew ji çar pirtûkan çêtirîn e, ji aliyekî ve, ew di salên 600î de çapeke pir bi hêvî bû .

Her wiha ji bo nivîskar pir dijwar bû, her çend fikreke nû hatibe bîra wî jî, me got 'pirtûka dawîn'..."

Heta niha der barê lêpirsîna îdiakirî de ji rayedaran daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Mijara Deniz Goktaş derbasî rojeva parlamentoyê bû

Ji aliyekî din ve, Parlamenterê EMEPê yê Dîlokê Sevda Karaca û yê Stenbolê Îskender Bayhan îdiayên ku beşên ji performansê bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û pergala raya giştî " li ser X`ê hatine astengkirin û lêpirsînek li dijî komedyen li gorî xala 216/3 ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyê (bi eşkereyî heqaretkirina nirxên olî) hatiye destpêkirin, anîn rojeva Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê û pirs ji Wezareta Dadê re şandin .

Di pêşniyarnameya ku ji Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hatiye şandin de hat pirsîn ka gelo wezaret di nirxandinên xwe yên sûc û pergala giştî de pîvanên subjektîf ên wekî şêwaza axaftina kesan, tona deng an performansa li ser sehneyê bi kar tîne.

Li ser bi nîşandana bernameyeke komedî ya stand-up ewlehiya neteweyî çawa dikeve bin gefê, hate pirsîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye