Hunergeha Welat klîpa xwe ya nû 'Keynê- Dilê Bê Dil' weşand

Piştî klîpa "Bi Xatirê Te" ku dengvedaneke mezin çêkir, Hunergeha Welat a Rojavayê Kurdistanê duh klîba herî nû ya bi navê "Keynê - Dilê Bê Dil" weşand. Amadekarên vê berhemê jî Şêro Hindê û Mehmûd Berazî ne. Di dîroka nûjen de, herî zêde di şahiyên dawetan de hatiye naskirin. Hunergeha Welat, ev arşîva sedsalan ji nû ve bi şêwazekî kûr, hunerî û sînemayî zindî kirin û pêşkêşî nifşên nû kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hunergeha Welat a Rojavayê Kurdistanê duh kîlpa xwe ya nû ya bi navê "Keynê- Dilê Bê Dil" weşand.

Stran ji aliyê stranbêj Selîmê Temo ve hatiye pêşkêşkirin.

Wekî hemû xebatên Hunergehê, di vê klîbê de jî aliyê dîtbarî, cil û bergên herêmî, û lîstikvaniya hunerî hatine hûnandin.

Keynê ne straneke nû ye, ew bi xwe folklorî ye. Xezineyeke ji çanda devkî ya herêmên Serhed û Botanê ye ku bi sedsalan e ji nifşekî derbasî nifşê din dibe.

Straneke anonîm e, wate; Kes nizane bê cara yekem ji aliyê kî ve û di kîjan salê de hatiye gotin.

Bi rêbazê hunerî, carekê Koma Welat ev stran gotiye û vê carê jî Hunergeha Welat.

Hunergeha Welat saziyeke hunerî, navendeke mûzîkê û produksiyoneke tomarkirinê ye ku li Rojavayê Kurdistanê kar dimeşîne.

Ev navend di sala 2014'an de hatiye avakirin û bi taybetî li ser vejandin, parastin û nûkirina mûzîk û çanda Kurdî kar dike.

Hunergeh stranên neteweyî, şoreşgerî û folklorî bi şêwazekî nûjen û profesyonel tîne ziman.

Her wiha, dibe cihekî kombûna hunermendan ku gelek muzîkjen, derhêner û hunermendên herêmê di bin banê vê saziyê de berheman diafirînin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê, vê hunergehê wekî arşîvkirina folklorê bi nav dikin û dibêjin ku ew awaz û çîrokên Kurdî yên kevin bi rêya fîlm û projeyên wekî "Pargîn" diparêze.

Berhemên wan ên herî naskirî mîna stranên "Şervano", "Jin Jiyan Azadî", "Êmo", "Qamişlo li Ber Derî"  û gelek stranên herêmî yên folklorî ne ku li ser platformên dîjîtal mîna YouTube û Spotify têne weşandin.

Hunergeha Welat, ji damezrandina xwe ve û heta niha zêdetirî 300 berhemên hunerî tomar kirine.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye