Muzîkjenekî Kurd xelata festîvala Serajevoyê ya gîtara klasîk wergirt

Xelata Mezin a 15`emîn Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê (Saraybosna) bo muzîkjenekî Kurd hat dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîvala Navneteweyî ya Gîtara Klasîk a Sarajevoyê ku di 16`ê Nîsanê de dest pê kiribû û beşdar di 7 kategoriyan de ketibûn pêşbirkê, bi dawî bû.

Di roja dawîn a festîvalê de muzîkjenê kurd Cem Şivan Ergul bû xwediyê xelata mezin a festîvalê.

Cem Şivan Ergul ê sala 2001’ê ji dayîk bûye, ji bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê ye.

Xwendina xwe ya zanîngehê li Konsera Muzîkê ya Qraliyeta Hollandayê di sala 2024`an de qedand.

Niha li Awisturyayê, li Zanîngeha Anton Brucknerî xebata xwe ya akademî û muzîkê didomîne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye