Di êrîşa Îsraîlê de rojnamevan Emel Xelîl hat kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê de, tîma ambûlansê û 2 rojnamevan hatin armanckirin. Hat diyarkirin ku rojnamevana Libnanî Emel Xelîl di vê êrîşê de hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê ragihand ku hêzên Îsraîlê li ser rêyeke bajêr, dema ku tîmeke çapemeniyê li wir bû, erebeyek armanc kir.

Dema ku tîmên Xaça Sor cenazeyên du jinan ji cihê êrîşê derdixistin, xaniyeke ku her du rojnamevanan Zeyneb Ferec û Emel Xelîl xwe tê de veşartibûn, hat bombebarankirin.

Di encamê de Zeyneb Ferec birîndar bû û têkiliya wê bi hevkara wê Emel Xelîl re qut bû.

Li gorî medyaya Libnanê, hêzên Îsraîlê tîma Xaça Sor kirin armanca êrîşên xwe û nehiştin ku ew bigihêjin Emel Xelîl.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye