Eraqçî: Em ji bo hemû senaryoyan amade ne

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî tekez kir ku welatê wî niha bi Amerîkayê re der barê mijara nuklerî de ti danûstandinan nake û diyar kir ku Îran ji bo rûbirûbûna hemû senaryoyan amade ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa dewetê ya Îranê Îsna, wezîrê derve yê Îranê Ebbas Eraqçî ragihand ku welatê wî der barê dosyaya nuklerî de wê bi Amerîkayê re danûstandinan neke û wiha da xuyakirin:

“Tehran ji bo rûbirûbûna hemû senaryoyan amade ye.”

Ebbas Eraqçî got ku Îran, piştî şerê 40 rojî yê bi Amerîka-Îsraîlê re, pir hatiye guhertin û Tehran li hember mezintirîn hêza leşkerî li ber xwe da û wiha axivî:

“Dijmin ji xwe re dihizirî ku Îran lawaz bûye, lê di dema şer de dît ku Îran li hember mezintirîn hêza çekdar a cîhanî û du hêzên nuklerî li ber xwe da û planên wan têk birin.”

Her wiha Eraqçî der barê Tengava Hurmizê de ev yek anî ziman:

“Em li ser amadekirina mekanîzmayekê ji bo birêvebirina Tengava Hurmizê dixebitin û rewşa li tengavê venagere weke berê û em ê rê nedin ku keştiyên dijmin derbas bibin.”

Di heman demê de, wezîrê karê derve yê Îranê Ebbas Eraqçî diyar kir ku Îran pabend e agirbestê li Libnanê misoger bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye