Li Şamê yekem geşta asmanî ya navneteweyî ya sivîl ber bi Stenbolê ve pêk hat

Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê yekemîn geştên xwe ber bi Stenbolê ve da destpêkirin. Rêveberê Têkiliyên Hikûmî li Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyê Ela Selal got ku ev biryar bi hevahengiya aliyên herêmî û navneteweyî ve hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê karên xwe yên geşta asmanî da destpêkirin.

Îro di saetên sibehê de yekemîn geşta asmanî li Şamê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Sabiha Gokçen a Stenbolê ve bi rê ket.

Ev yek piştî vekirina qada asmanî ya Sûrîyê pêk hat, ku nîşaneya vegera tevgera veguhastina asmanî û xurtkirina peywendîyên herêmî ye.

Rêveberê Têkilîya Hikûmî li Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyê Ela Selal, di daxuyanîyekê de diyar kir ku biryara vekirina asman û destpêkirina xebata li Balafirgeha Navdewletî ya Şamê ji kompanyên çalak re hatiye ragihandin.

Her wiha Ela Selal got ku ew niha li bendê ne ku kompanyên bikarhêner bernameya geştên xwe amade bikin.

Ela Selal destnîşan kir ku ev biryar bi hevahengiya aliyên herêmî û navneteweyî hatiye girtin, bi awayekî ku astên herî bilind ên silametiyê û birêveçûna asayî ya tevgera asmanî li gorî pîvanên navneteweyî misoger bike.

Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûriyê vekirina dergeha sînorî ya Cedîdet Yabûsê ya bi Libnanê re û destpêkirina tevgera derbasbûnê bi awayekî asayî ragihand.

Ev yek ji saetên sibehê ve dest pê kir, piştî metirsîyên ku bûn sedema rawestandina demkî ya kar di rojên borî de îro careke din balafirgehê dest bi gera xwe ya asmanî kir.

Desteyê tekez kir ku dergeha wê li gorî çarçoveyên sivîl û yasayî yên pejirandî, dê xizmetên xwe ji bo rêwiyan berdewam bike.

Her wiha hat eşkerekirin ku ji bo misogerkirina silametiya derbasbûyan û dabînkirina hêsankariya herî zêde di tevgera çûnûhatinê de hemû tedbîrên rêxistinî yên pêwîst hatine wergirtin.

Desteyê bang li hemû rêwiyan kir ku pabendî rênameyên ku ji rêveberiya dergehê derdikevin bikin, da ku ev yek di hêsankirina karûbaran û misogerkirina birêveçûna baş a kar de bibe alîkar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye