Parêzgarê Hesekê serdana navenda tomarkirina hemwelatîbûnê kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed serdana navenda tomarkirina navên kesên mektûm ango bênasname ne, kir. Her wiha bi biryareke nû êdî welatiyên Kurd di qeydên nifûsê de ne wekî ‘Ereb, tenê wekî “Sûriyeyî” têne tomarkirin.

reset font size increase font size

Di serdanê de Parêzgar rewşa qonaxa tomarkirinê şopand û li nav kesên ku tên navê xwe tomar dikin geriya.

Nûredîn Ehmed ji koçberên Serêkaniyê yên ku ji bo hemwelatîbûna Sûriyê hatine navê xwe qeyd bikin re got, di demeke nêz de ew ê jî vegerin cih û warên xwe.

Li gorî ku komîteya tomarkirinê ji Nûçe tv re ragihand ku ji dema destpêkirina pêvajoya tomarkirinê û heta niha 100 kesî daxwaza tomarkirinê kiriye,  û 250 kesî jî navê xwe ji bo hemwelatîbûnê tomar kiriye.

Hikûmeta veguhêz paşve gav avêt: Pênaseya 'Ereb' hat rakirin

Her wiha piştî nerazîbûnên tund ên Kurdan û Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê pênaseya 'Erebî Sûrî' ya di qeydên nifûsê de guhert û wekî ‘Sûriyeyî’ derbasî qeydan kir.

Li gorî xalekê ji peymana 29'ê çileyê, Kurdên ku bi bihaneya, ‘ne ji Sûriyê ne’ ev sed sal in bênasname ne û ji mafên bingehîn bêpar hatine hiştin.

Êdî piştî peymana di navbera QSD û Hikûmeta Şamê de, wê wekî welatî bên qeydkirin û mafên wan bên dayîn.

Ji bo vê yekê li Rojavayê Kurdistanê ofîs hatine vekirin û hemwelatî navê xwe qeyd dikin.

Lê ji ber ku Hikûmeta Veguhêz xwest Kurdan wekî, ‘Erebên Sûriyê’ derbasî qeydan bike, rastî nerazîbûna gelê Kurd hat.

Li gorî biryara nû ya ku bi awayekî fermî hat qebûlkirin, êdî welatiyên Kurd di qeydên nifûsê de ne wekî ‘Ereb’, tenê wekî “Sûriyeyî” tên tomarkirin.

Hat diyarkirin ku ev pênaseya nû ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê û wekî bersivek ji bo daxwazên Kurdan hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye