Hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk, li navenda Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, duh şev bi ser gelek malan de girtin.
Bi bihaneya tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê, 6 ciwan bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Ciwan birin Midûriyeta Emniyetê ya li Bajêr.
Li navçeyên Çelê û Geverê jî 5 ciwan hatine binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyên wan hatine berdan.
Her wiha di serdegirtinên malan ên li navend û navçeyên Agiriyê de, 21 kes hatine binçavkirin.
Hat zanîn serdegirtin bi bihaneya ku dirûşme û pankartên qedexe di pîrozbahiyên Newrozê de hatine bilindkirin û zarok jî di nav de, di encamê de jimareyek ji kesan hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de li gelek malan lêgerîn hatiye kirin.
Ev demeke li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk li dijî ciwan û rojnamevanan pêla binçavkirinê daye destpêkirin.